Haber Detayı
23 Kasım 2015 - Pazartesi 16:49 Bu haber 13572 kez okundu
 
Orkestraya Rîtma Xwezayî bi hezar zarokî konserek da
Konservatuara Aram Tîgran a bi ser Serokatiya Daîreya Çand û Turîzmê ya Şaredariya me Orkestraya Rîtma Xwezayî ava kir û konserek da. Hevşaredar Firat Anli beşdarî konserê bû û got, “Divê di destê zarokan de pêlîstok hene, amûrên muzîkê hene.
Bölge Haberi


AMED - Konservatura Bajêr a Aram Tîgran, ji zarokên li Wargeha Fîdanlixê ya Şengaliyan 300, ji Navenda Çandê ya Cegerxwîn, ji Navenda Piştgiriya Zarokan a Xizmetên Civakî, ji Dibistana Ferzan Kemanger û ji taxên derdora Qesra Cemilpaşa Orkestraya Rîtma Xwezayî ava kir. Perwredekarê Konservatuarê Şêrko Kanîwar, hezar zarok anîn cem hev û bi wan ve, duh, li Salona Sporê ya Girtî ya Seyrantepê konserek da.

Zarok, malbatên zarokan, Hevşaredarê Bajarê Mezin Firat Anli û namzetê HDPa Amedê Îmam Taşçier beşdarî konserê bûn. Hezar zarokan ji şîşeyên pet, monîtorên kevn, kevçikê çayê, bîdon, qutiyên kevn, klavye, şîşeyên cam, erebok, şîrpêj, satilên boye û mastî amûrên muzîkê çêkirin û bi kurdî stran gotin.

Piştî konserê Hevşaredar Firat Anli, pîroziya zarokan kir û da zanîn, di rojeke weha xweş a biharê de bi zarok û malbatên wan re ew vê şahiyê parve dikin. Anli got, “Her tişt ji bo zarokan. Ew siberoja me ne.” Anli di axaftina xwe de bal kişand ser giringiya vê xebatê û got, “Divê di destê zarokan de pêlîstok hebin, amûrên muzîkê hebin, tiştên kêfxweşiyê û zewqê hebin. Hemû hewldanên me jî bo vê yekê ne.”

DİVÊ TÎQETÎQA ZAROKAN Jİ KUÇEYAN KÊM NEBE

Anli, diyar kir ku zarokên vî warî gelek êşên giran kişandine û got, “Em dibêjin êdî ev li pey man. Ji niha pê de ji bo avakirina jiyanê û xweşiktirkirina jiyanê, em dikarin gelek tiştî bikin. Ji ber vê yekê em qîmetê didin zarokên xwe.” Anli, bal kişand ku her zarok xwedî şiyanekê ye û weha domand: “Îro ev yek nîşanî me dan. Ji vir pê de jî divê dengê muzîkê li kolanan hebe, li kuçeyên vî bajarî divê kêfxweşî û tîqetîqa zarokan her hebe. Îro jî deng û tîqetîqa zarokan tê me. Înşellek li vî bajarî tîqetîqa zarokan qet ji ber guhên me kêm nebe.”

Piştî Anli, namzet Îmam Taşçier jî axivî û got, “Divê perwerdeya bi zimanê dayikê hebe.” (Belediye)

Kaynak: (Gazate Güncel) - Güneydoğu Güncel Editör: İhsan YILMAZ
 
Etiketler: Konservatuara, Aram, Tîgran, a, bi, ser, Serokatiya, Daîreya, Çand, û, Turîzmê,
Haber Videosu
Yorumlar
İLAV.GOV.TR

Ulusal Gazeteler
Bizim Gazete
Alıntı Yazarlar
Nöbetçi Eczane


Nöbetçi eczanlerle ilgili detaylı bilgi için lütfen tıklayın.

Süper Lig
Takımlar
P
Av
M
B
G
O
Arşiv
Anketler
Silvan'da Fen Lisesi Olsun mu?
Haber Yazılımı