Haber Detayı
05 Şubat 2015 - Perşembe 14:13 Bu haber 15395 kez okundu
 
Lîstika Peyvan Ji Bo Kurdan Rolek Girîng Dilîze
"Civat bi riya Lîstika Peyvan li ser ekrana TRT ya Kurdî digere."
Kültür-Sanat Haberi


Nivîskar Hamid Omerî li ser malpera haber10ê derbarê bernameya Lîstika Peyvan a TRT Kurdiyê de nêrînên xwe vegotin û di nava civata kurd de li ser rola wê ya girîng sekinî.Vaye tevahiya nivîsa Nivîskar Hamid Omerî ya li ser wê malperê hatî weşandin;

Lîstika Peyvan û Civat

Wexta ku bayên gurr di celxên ber darên xaniyan de dadidan hundirê malan li odeyên mêvanan civat digeriyan. Xem û kul jî kêf û coş jî bi riya wan civatan li ser dîwanan perdeyên xwe vedikirin. Metelok, mamik, çîrçîrok li wir bûn. Beyt û qesîde, kilam û stran li wir bûn. Ziman û çand bi riya van civatan bi şahidiya bi dûmana li ser xwelîdankan meşrûiyeta xwe digihandin yên din. Hêj dinya zelal bû wiha ne bi mij û moran bû. Di wan çaxan de xeberdana mezinan nedihat birrîn û li seriya odeyan rûdiniştin. Gotina dawî hebû axir. Piştî wê gotinê eşîr bi eşîrtiya xwe mal bi malîtiya xwe bi gotina dawî re sadiq diman. Ne gotin dişikiya ne eşîr ne jî mal.

Dewran e! Lîstîna bi malokan bi heftekon û firîfirî, pêşî kirasekê reş li xwe kir û bû dengê civatê. Dem ew dem bû. Civat li dora qutiya reş xwe digihande hev û bi riya qutiya reş dibû civat û xwe digihande hemû ode û eşîran. Bandora deng ji nişka ve xwe berfirehtir û dirêjtir kiribû. Lewra piştî elektrîk, telgraf û telefonê dora dengvedanê hatibû qutiya reş; hatibû radyoyê. Civat li dora wê kom dibû. Mafê axaftinê bûbû yê wê. Li qatek bilind bû ew. Refika wê hebû. Li seriya odeyê ew rûdinişt êdî. Wexta ku ew diaxivî kistîn bi kesî nediket. Ji bo ku dor were civata berê, serokeşîrê berê dengê wê dihat kêmkirin ya jî bi temamî dihate girtin. Xulxulînek dest pê dikir û pişt re şirove û nirxandinên li ser deng û civata qutiya reş dibû dewrê civatê. Qutiya reş li kû be civat li wir bû êdî. Li wir kom dibûn. Yên ku xwedî qutiyek reş bûn pêdivî bi civatek din nedidîtin û ji bo civat û dengê nû li mala xwe diman li hêviya saetên taybet. “Ajans” saeta herî balkêş û giring bû. Di wê saetê de çav jî guh jî li wê bûn. Temezî û qenewîçeyê li ser wê bi xweşikayî dihat qatkirin û li kêleka wê dihat danîn. “Guhdarên ezîz Erîvan xeber dide!” û “Tûût. Tûût. Tûûût. Saet heft:…” Gavek bi şûn ve dîsa ew ê bi wî qenewîçeyê rengîn bê nixamtin. Serê sibehan dengê stran û kilaman û piştî esran wexta çay û qehqwe vexwarinê ye. Deng jî civat jî her zindî man lê bo wext derbaskirinê ger a li civat û malan xwe guhert û bû ger a li dengên qutiyên reş.

Wext çû civatên nû xwe zindîtir kirin. Deng û wext bi dîmenan xwe jidiltir kirin û bi riya vê civatê xwe qevasî asteke din kirin. Berê bes guh bû yê xwe bel dikir lê êdî çavan jî xwe çik dikir li civatê dinêrî. Dengê xerîbiyê, civatên li dûr dibûn mêvanên odeyê û ode seranser tijî dibûn û li hêviya wê jiyana rengîn diman. Wext li malê, mekan li malê, deng li malê û civat li malê bo qutiya rengîn:

-Malê; hûn mêvanan nahewînin?

-Mêvan mêvanê Xwedê…

Her wekî civatên berê lê bi awayek din bi rabûn û rûniştineke din ku bes berê xwe didane wir. Dengê xwe zêde dernexin jî cih da deng û xweziyek din: Nekeve ber min! Lewra dîtin bû ya ku xwe li bihîstinê zêdetir kiribû. Wext bêtir li malê derbas dibû. Tenêmayîn ne zehmet bû(!). Dem bi wê derbas dibû. Saetên rêzefîliman hebû, di wan saetan civat kom dibû û li hêviya çîrokeke nû diman li malê. Civat bi deng û rengê xwe vediguherî tiştek din lê belê her li ser eqd û bextê xwe dima. Gotin hebû û dîtin hebû. Hinekan digot hinekan dinihêrt û guh dida wan.

Îro li ser ekranên televîzyonan civatên bi vî rengî digihêne hev û bîner jî ji bo wan saetan xwe amade dikin. Di van rojên dawî de Lîstika Peyvan ku li TRT ya Kurdî tê pêşberî temaşevanan bala min dikêşîne. Li mala ku kêm caran axaftina bi tirkî lê dibe jî bala min kişand ku hezkiriyên û bendewarên “bilabêêee” henin. Lîstika Peyvan weka wan mamikan û metelokan, weka wan qesîde û kilamên berê digel kêmasiyên xwe bînerên xwe li ber ekranê digihîne hev. Bi mîsyona xwe bi raya min civatê germ dike û ji bo zimanê kurdî roleke giring dilîze. Helbet bernameyek televîzyonê ye lê ne bi gotinek mezin be eger kêmasiyên xwe ji holê rake wek dibistanekê rola xwe dilîze. Li gor ya bi tirkî ku bi bêjêrê xwe jî gelek navdar e lawaziyên wê henin. Lê bi rola xwe ji ya bi tirkî bi pêşdetir e. Pêşbazên bernameya Lîstika Peyvan ya pirr serkeftî nin ya pirr lawaz in ku sedemê vê helbet ji aliyê me ve tê zanîn: Perwerde (ne)dîtina bi zimanê dayikê. Jixwe giringî û serketina vê bernameyê jî di vir de veşarî ye.

Piraniya pêşbazên bernameyê bes bi peyvên ‘xwe’ yên ku li derûdora wan tê bikaranîn dizanin lê ji yên din ku xwedêgiravî yên ‘akademîk’(!) in ne haydar in. Yan jî yên ku ji van peyvan haydar in kêm in. Ev kêmasî ya jî meriv dikare bibêje ev rastî ya ku bi riya bernameyê derdikeve holê; ew nezanîna ku bi şûmî henekê xwe bi meriv dike eger derfeta produksiyonê hebe dikare bi riya hilbijartina pêşbazan wek rêje bê kêmkirinê. Ez bawer im bi vê ew ê bêhna bîneran jî derkeve û bername bi xwe jî di warê karek produksiyonî de serketîtir xuya bibe. Ev kêmasî û rastî bi riya tercîhkirina pirsan jî dikare bê çareser kirin. Bi pirskirina peyvên ku bêtir tên bikaranîn dibe ku riyek din jî bê dîtinê. Helbet ew peyvên ku hin ‘civat’ jê ne haydar in yek ji mîsyona bernameyê ye. Di hin beşan de ravekirina peyvan ya xelet e ya jî pêşbazan şaşwaz dike. Di vir de rola bêjerê bernameyê Masûm Elmas her çiqas derkeve holê jî giranî divê li ser milê edîtorên vê bernameyê be. Lîstika Peyvan bi rola xwe û bi şêwaza xwe yek jê bernameya herî baş ya TRT ya Kurdî ye. Civat bi riya Lîstika Peyvan li ser ekrana TRT ya Kurdî digere.

Kaynak: (Malabadi) - Malabadi Gazetesi Editör: İhsan YILMAZ
 
Etiketler: "Civat, bi, riya, Lîstika, Peyvan, li, ser, ekrana, TRT, ya, Kurdî, digere"
Haber Videosu
Yorumlar
İLAV.GOV.TR

Ulusal Gazeteler
Bizim Gazete
Alıntı Yazarlar
Nöbetçi Eczane


Nöbetçi eczanlerle ilgili detaylı bilgi için lütfen tıklayın.

Süper Lig
Takımlar
P
Av
M
B
G
O
1
Galatasaray
19
0
2
1
6
9
2
Başakşehir
15
0
1
3
4
8
3
Beşiktaş
15
0
1
3
4
8
4
Kasımpaşa
15
0
3
0
5
8
5
Trabzonspor
13
0
3
1
4
8
6
Antalyaspor
13
0
3
1
4
8
7
Alanyaspor
12
0
4
0
4
8
8
Göztepe
12
0
4
0
4
8
9
Yeni Malatyaspor
12
0
2
3
3
8
10
Konyaspor
12
0
2
3
3
8
11
Ankaragücü
10
0
4
1
3
8
12
Kayserispor
9
0
3
3
2
8
13
Sivasspor
9
0
3
3
2
8
14
Bursaspor
9
0
2
6
1
9
15
Fenerbahçe
8
0
4
2
2
8
16
Çaykur Rizespor
7
0
3
4
1
8
17
Akhisar Bld. Spor
5
0
5
2
1
8
18
Bb Erzurumspor
5
0
5
2
1
8
Arşiv
Anketler
Silvan'da Fen Lisesi Olsun mu?
Haber Yazılımı